Dûrî dîmenên kêfxweşiyê û bi serdana gorên pakrewanan , bi şêweyekî xemgîn welatiyên kurd cejna Qurbanê vejandin ji ber komkujî û teqînên xwekuj ku li her deverên kurdî rûdan.
Cejin li bajarê Hesekê cuda bû ji cejnên salê bûrî li gor ku Heval Ehmed çalakvanê siyasî ji bajarê Hesekê ji mere got “xelkên bajêr cejina xwe bi serdana goristanên pakrewanan û malbatên wan derbas kirin, û ti rengê kêfxweşiyê li cem wan tune bû”.
Ceji li bajarê Qamişlo jî mîna Hesekê bû, xelkê tu dîmenên cejnê lidar nexistin, bi tenê seredana goristanan kirin bi taybet goristana Qidûrbek û ya Mehmeqiya (goristanên pakrewanan).
Kesra Ristem welatiyek ji taxa Xerbî li Qamişlo diyar kir ku ti şahî di cejna Qurbanê de nehatin kirin, weke rêzkirtin ji malbatên pakrewanên teqîna devera pîşesaziyê di heyva bûrî de “welatê ku şer û pevçûn lê berdewam be wê cejna wê çawa be” .
Cejin li Amûdê jî mina bajarên din bû û Ibrahîm Biro serokê Encumana Niştimanî ya Kurd serdana gorstanên pakrewana kir
Her wiha xelkên bajarê Kobanê serdana gorên pakrewanên 25 Hezêranê kirin
Fatma Xelîl diya pakrewanekî ye ji malpera mere nîşan da ku “bidehên malbatan serdana gorê zarokên xwe kirin û bi şîn û girî cejna xwe derbas kirin û ew vegeriyan malên xwe û gelek hêvî di dilê wande hene li hêviya pêkanînê ne”.
Li ser ewlehiya di bajêr de Xelîl diyar kir ku Partiya Yekîtiya Demuqrat berpisyar e di ber kuştina xelkên Kobanê de, û ji wan tê xwestin ku bi erkê xwe yê parastinê rabin û ne tenê mijûlî desethilatdariyê bin.
Jêder : Hevbendî