Li beyaniya îro roja înê 25/09/2015an û hevdem ligel destpêkirina sala nû ya xwendinê, li hola ENKSê li bajarokê Girkê Legê hevdîtineke din ya mamosteyan bi amadebûna serokê Encûmena xwecihî ya ENKSê hat lidarxistin, têde pêşhatên dawiyê hatin gengeşekirin nemaze piştî rêşûnên PYDê yên veqetandina qutabiyên kurd ji yên Ereb û Xirstaniyan, û neçarkirina wan bo xwendina peyrewê PYDê û bi boçûnên rêberê PKK û felesefeya “Netewa Demokratîk” di qonaxa serateyî wek destpêk , û herwiha biryara rêjîmê ya dawiyê ya girtina xwendingehên hikûmetê yên kurdî li wan tê xwendin.
Bidîtina gelek pispor û şopîneran ku herdu alî hewla bidawîkirina piroseya xwedinê li navçeya kurdî didin , û bitaybetî bêbehirkirina xwendekarên kurd ji xwendinê hevdem ligel bêzariya xelkê ji şandina zarokên xwe bo xwendingehan, lewra mamosteyan di hevdîtina xwe de lêgerîn li ser dîtina mêkanizma berdewamiya piroseya xwendinê kirin, bi taybetî ligel nebûna xwendingehên taybet yên serateyî di herdu bajorokan de, û ji bona vê yekê komîteyek hat dirustkirin ji bona dîtina rêçareyekê ligel partiyên kurdî û rêxistinên civaka sivîl yên xwecihî, û hevdem dîtin ku pêwîst e rêxistinên navdewletî bi rola xwe rabin nemaze rêxistinên pêwendîdar û ji wan rêxistina parastina mafên zarokan ya navdewletî û rêxistina Yonisko.
Hêjayî gotinê ye ku hevdîtina îro hat di çarçoveya hevdîtinên berê de ku di hevdîtineke berê de namek hatibû şandin ji Sikirtariya Giştiya ENKSê re ku wê jî ji aliyê xwe ve kiryar û riftarên PYD şermezar kiribûn û di daxuyaniyekê de daxwaz ji PYDê kiribû ku heman ezmûna partiya Be’is dubare neke di îdiyolojîkirina xwendinê de û herwiha bal kişand bû ku danîna peyrewên xwendinê pêwîstî bi şehrezabûnek bilind heye di hemû waran de, ligor daxuyaniya ENKSê ku ev pêngav tê di çarçoveya siyaseta valekirina navçeyên kurdî û koçberkirina kurdan.. Jêder:Hevbendî