Duhî roja înê 2/9/2016 û li ser bangişta Encûmena bilind ya penaberan li Herêma Kurdistanê, yekemîn salvegera niqombûna zarokê kurd “Alan” li kampa Dare Şekiranê ya penaberên kurdên Sûriyê li Hewlêr hat lidarxistin.
Ev rêuresim hatin birêveçûn bi amadebûna bavê”Alan Kurdî” û serokê ENKS’ê birêz Îbrahîm Biro, û şanda nûnerayetiya ENKSe ya Herêma Kurdistanê, û birêz Kamîran Haco serokê nivîsîngeha pêwendiyên derve ya ENKS’ê û herwiha amadebûna nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û camwerekî zêde ji penaberan.
Bi vê yekê çend gotar hatin pêşkêşkirin û têde hin komên hunerî û filiklorî ji kampên (Qoştepe, Gewregozik, Dareşikranê) li ser heman bûyer û helkeftê û êş û azarên penaberiyê hin şano û stran pêşkêş kirin.
Meta “Alan” peyva malbata şehîd bi vê helkeftê pêşkêş kir, û di peyva xwe de sipasiya amadekarên vê rêuresmê kir, li ser rêvebirin û serxistina salvgerê û herwiha sipasiya hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê kir li ser piştgiriya wan bo penaberan li Herêmê.
Herwiha di peyva xwe de bang û daxwaza û sebr û manê ji penberên kampê kir, da koçberî derve nebin û jiyana xwe nekin di metrsiya mirina di binê behrê de, wek gelek malbatên kurd û yên Sûriyê û ji wan malbata “Alanê kurd”.
Jêder: Hevbendî