Rêxistina PAO û Rêxistina AID ya Nerwêjî bi hevkariya ENKSê, workşopeke meşq û rahênanê li Herêma Kurdistanê li heyamê sê rojan di navbera 29 û 31/3/2017 an de ji bo endam û alîgirên ENKSê li Hewlêra paytex libin navunîşanê çalakiya hevbeş ji bo avakirina demokrasiyê û”Xweavakirina siyasî” li dar xistin.
Û xule bi wanebêjiya pirofeser Şêrzad Emîn Necar û profeser Mihdî Cabir û rêveberê rêxistina PAO Hogir Çeto û lêkolîner Rustem Mehmûd hat pêşkêşkirin.
Di heyamê van sê rojên workşopê de, hêman û bingehên xweavakirina civakî û siyasî û dubare-avakirina dewlet û dariştina destûr û maf û azadî û şêweyên guhertinê û mîkanîzmên demokrasiyê û avakirina saziyan û bandora rewşenbîrî ji bo dirustkirinê hatin şirovekirin, û her weha kargeriya hemrengiyê tevî bandora şoreşa peywendiyên soşyal medya û zanyariyê li ser dirustkirina demokrasiya hevbeş.
Dr. Şêrzad Neçar bi awayekî têrutesel li ser sîstem û têgeha helbijartinan û gengeşekirina rewşa helbijartinan li Sûriya paşerojê û rola partiyan û civaka sivîl û ragihandinê di helbijartinan de axivî.
Rêveberê rêxistina PAO mamoste Hogir diyar kir ku armanc ji van xuleyan ew e ji bo bihêzkirina şiyan û karînên kadirên ENKSê ye, û amadekirin û berheviya wan ji bo beşdar bibin di Sûriya paşerojê de û pişkdariya wan di pêkanîna beşdariyeka çalak di Sûriya nû de ji bo amadekirina destûrê û beşdarîkirin di danîna mîkanizm û sîstemgeriyên helbijartinan de û avakirina dewletê û parastina azadiyên giştî û çawaniya parastina mafên pêkhateyan ligor belgenameyên navdewletî û çespandina wê di destûrê de.
Hêjayê gotinê ye ku ev siyem û dawîtirîn workşop bû hat pêkanîn bi amdebûna 20 kadirên partiyan ji welêt û hin penaberên kurd yên Herêma kurdistanê.
Jêder: Beşê kurdî yê Ofîsa Ragihandina Hevbrndiya Niştimanî