Toreya Sûriyê ya mafên mirovan şehîdbûna 1134 sivîlî bi destê hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî di serjimêrên heyva adarê de belgeh kirine.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko hêzên rêjîmê 417 sivîl ji nav wan jî 61 zarok (bi rêjeya 2 zarokan rojane) kuştine, her weha ji nav qurbaniyan 46 jinên gihiştî û 13 sivîl jî bi sedema êşkenceyê hetine kuştin, û tê texmînkirin ko hêzên Rûsî 224 sivîl ji nav wan jî 51 zarok û 42 jin kuştine.
Û bi destê hêzên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat, 11 sivîl ji nav wan 2 zarok û 3 jin hatine kuştin, û 119 sivîl ji nav wan jî 19 zarok û 7 jin bi destê rêkxistina Daişê hatine kuştin, û hêzên Hevpeymana navdewletî 260 sivîl ji nav wan jî 70 zarok û 34 jin kuştine.
Û raportê şehîbûna 84 sivîlî ji nav wan 6 zarok û 9 jin yên ku di avê de xeniqîne yan jî di rûdanên teqînan de yên ku Toreya Sûriyê Ya Mafê Mirovan nikarîbû nasnameya yên ev tawan kirine bidest bixista, an jî bi derb û mayûnên jêderê wan nehatiye xuyakirin hatine kuştin.
Raportê got hêzên hevalbend yên rêjîmê û Rûsya fermanên yasaya navdewletî yên mafên mirovan yên ko mafê jiyînê didin mirovan binpê kirine, hem jî bi dehan tewan hene ku şert û mercên tawankariya cengê yên bi kuştinê ve têlikdar in di wan de hene, û li gora dîdevanan û bûyeran bêtir ji 90% ji êrîşan li dijî sivîlan hatine kirin.
Raport dibîne ko rêjîma Rûsî û hemû milîtanên mezhebî û rêkxistina Daişê, hemî aliyên biyanî ne û beşdarî di operasiyonên kuştinê de kirine, û berpirsiyariya yasayî û ya dadwerî da ser milê wan û yên piştgiriya darayî ji wan û rêjîmê re dikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî