Nexweşxana Niştimanî ya bajarê Me’eret Elnman li gundewarê Idlib ji xizmetê derket, piştî ko firokên bi ser çekên asmanî yên Rûsî ve ew bombebaran kir.
Berevaniya Sûrî Ya Sivîl diyar kir ko bombebaran bû sedema birîndarbûna deh sivîlan, zarokek û karmendekî kadirên bijîşkî di nav wan de hebûn, û destnîşan kir ko mûşekên hejînkar bi sê êrîşan li nexweşxanê ketine. Û bal kişand ser ko birînên birîndaran navbera orte û sivik de ne, û hemû bibal nexweşxanake din ve hatine şandin, û nexweşên berê bibal nexweşxaneyine nêzîk ve hatin şandin.
Û li gor Berevaniya sivîl dibêje, nexweşxana niştimanî ya Me’eret Elnuman xizmetên bijîşkî yên corbicor ji sivîlan re Ji bo bajar û gundewarê wî hem jî bo gelek gund û bajarên gundewarê Idlibê yê başûr û gundewarê Hemayê yê bakur pêşkêş dike.
Û firokên rêjîma Esed û Rûsya bi taybetî nexweşxanan amanc dikin, vê yekê jî hiştiye ko gelek ji wan ji xizmetê derkevin, ji nav wan jî nexweşxana dawî ya bajarokê Kefer Nubil û herweha naxweşxana Sermîn û ya Elşêfa li bajarokê Ihsim li gundewarê Idlib ziyan gihaye beşekî ji wan bi sedema amanckirina wan bi mûşekan û hatine rawestandin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko amanckirina rêjîmê û Rûsya ji navendên bijîşkî re bi şêweyekî rêbazkirî dibe, bi amanca ko niştecihan mecbûrî koçkirinê bikin, an jî lihevhatinên neyasayî bipejirînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart