Îro pênşemê 21 Tebaxê ala şoreşê li ser dergehê Girê Spî yê sînorî bi Tirkiyê re hat bilindkirin, li gor ku Mihemed Sofî Endemê Xweciya Girê Spî ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve ji mere ragihand.
Sofî ev gav bilind nirxand û got “Em dibînin ew gaveke erênî ye û em hêvî dikin ku gelek gavên wiha hebin da penaber tev vegerin bajarê xwe”.
Ji hêla xwe ve hêza “Siwar Elreqa” di daxwînakê de bang li rewşenbîr û xelkên Girê Spî kir ku vegerin ser mal û warê xwe û beşdar bin di avakirina bajarê xwe de .
Jêder: Hevbendî