Girtina endamên Partî Dîmuqratî Kurdistanî – Sûrya ji hêla çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve li bajarê Efrînê berdewam e.
Roja 9ê heyva Tebaxê asayişên PYD Ebdulrehman Hesen Ebdulmenan, serkirde di PDK-S de ji mala wî li gundê Xerabit Şeran yê bi ser navçeya şeranê ve girtin.
PDK-S di daxuyaniyekê de girtina Ebdulrehman şermezar kir û xwest ku di zûtirîn dem de bê berdan û PYD kirin berpirsyarê saxlemiya wî..
Her wiha PDK-S bang li hemû hêzên niştimanî û dempqrat yên kurdî û kurdistanî û dezgehên mafên mirovan kir ku dest têwerdanê bikin da ku hevalê wan bê berdan, her wiha serbest berdana hevalên wan yên berî Ebdulmenan hatibûn girtin: “Ehmed Sîdo, Idrîs Elo, Ehmed Sîno, Felemez Osman, îdan Emro”
Jêder: Hevbendî