Li ser banga xwecihiya Amûdê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve welatiyên Amûdê îro 27 Hezêranê salvegera duyem ya komkujiya Amûdê ku têde şeş kes li ser destê hêzên Yekîneyên Parastina Gel yên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve dema ku wan di pêşandaneke aştyane de doza berdana girtiyên siyasî yên di zindanên PYD de kirin hatin kuştin bi bîr anîn.
Mihemed Şêxmûs endamê xwecihiya Amûdê gotina ENKS xwend têde bi firehî li ser bûyerên komkujiyê axivî û komkujî bi gunehbarîyek cînayî û siyasî da xuyakirin, û doza komîteke vekolînê kir da ku kesên tewankar li pêşiya dadgeheke adilane bên dadkirin.
Ji hêla xwe ve Mehmûd Xelo bavê pakrewan Nadir gotina malbatên şehîdan xwend têde tekez kir ku pakrewanên Amûdê girûpek in ji pakrewanên şoreşa Sûrî û doza komîteke vekolînê kir da ku kesên tewanker dadgeh bibin .
Jêder : Hevbendî