Tevgera Bazirganî di navbera herêmên Kurdî li Sûriyê û Herêma Kurdistana Îraqê de, bi fermî doh çarşembê di rêbuhêrka Sêmalka re dest pê kir, lê birêveberiya bi ser PYD ve sozên xwe bicih nanîn û bac li ser xelkê feriz kir.
Birêveberê Rêbuhêka Fişxabûrê ya di navbera Sûriyê û Herêma Kurdistanê, Şewket Berbuharî ,ji alavên ragihandinê re got ko îro operasiyona derbaskirina Pez ji aliyê bazirganan ve dest pê kir û hêj aliyê PYD bi biryara xwe ya ferizkirina bacê dike.
Destnîşan kir ko rêveberiya PYD her serê mihekê 6 dolaran ji xelkê Sûriyê distîne.
Bi destpêka tevgera bazirganiyê di navbera Sûriyê û Herêma Kurdistana Îraqê re, bêtir ji 5000 sewalî ji Sûriyê derbasî herêma Kurdistanê bû. tê zanîn ko herdu aliyan lihev kiribûn ko çi bac li ser tevgera bazirganiyê di Rêbuhêrka Fişxabûr-Sêmalka re tune be.
Jêder: Rûdaw