Îro roja çarşemê di hin raportên meydanî de hat ragihandin, ku welatiyek ji gundewarê Idlibê ji encama topbarana hêzên rejîmê birîndar bûn, hevdem ligel zehmetkêşana penaberên li kampên bakurê Sûriyê ji ber lehiyên baranê yên duh êvarî ji encama bahoza baranê çêbûn, û bûne sedema koçberkirina bi dehan malbat piştî ku avê da binê konê wan.
Ji hêla çalakvanan bangewaziyek hat ragihandin ji bo alîkarîkirina kampên li gundewarên Idlibê, piştî hatina bayekî sar li ser deverê, ku tîmên berevaniya sivîl çûn ji bo vekirina kenalên avê û çêkirina çeperên xweliyê ji bo nehêlina nêzikîbûna avê ji konan.
Hevdem ligel barîna baranê li herêmên bakurê Sûriyê, digel oparesyona leşkerî li Idlib û gundewarê wê, û li gorî tîmên parastina sivîl , îro serê sibê, sivîlek li bajarê “Badama” bi êrişek mûşekan ji aliyê hêzên rejîma Esed ve yên malên sivîlan li wî bajarî topbaran kirin birîndar bû.
Ji hêla xwe ve, saziya “Kordînatorên Bersivdanê ya Sûrî” duhî di daxuyaniyekê de, rewşa li kampên bakurê Sûriyê nirxandin, û dan zanîn ku ziyan gihaye “sê hezar û 126 malbatan, û bi dehên malbatan ji ber barîna baranê ji cihên xwe derbider bûne”.
Tê zanîn ku duhî gundewarê Idlib ji hêla hêzên rêjîmê ve hat topbarankirin, û têde 5 kes birîndar bûn, ku 3 ji wan zarok in, ji encama armanckirina dibistana gundê “al-Henboşiyê” li gundewarê rojavayê Idlibê, ji hêla rêjîmê ve bi topên giran, herwiha du welatî li bajarê “Cisr al-Şixûr” birîndar bûn, ji encama teqîna bombeyekê bi otomobîla wan de.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî