Îro Serokê Desthilata Demkî Ehmed Tu’ima birayara hejmar (2/33) derxist ya ji bo mûçeyê hemû karmendên Desthilata Demkî tevli Serok û Wezîran 50% kêm bikin.
Naveroka biryarê ya ko ji serê mehê de wê cîbicî bibe bi kêmkirina mûçeyên karmendan bi rêjeya 20% ji 1000 dolarê duyem de û 50% ji yên di ser re wê bête kêmkirin.
Emîndarê giştî Nesir Elherîrî reşbeleka lîsteya mûçeyên nû yê Hevbendiyê û Dezgehên wê û yên karmendan û endamên desteya siyasî û karmendên girêbest imzekirine yên dezgehên Desthilatê û Erkanên li hundir û derveyî Sûriyê derêxist.
Lîste mûçeyê Serokê Hevbendiyê û Serokê Desthilata Demkî û alîkarên wî û Serokê Erkan tevli dêvildanê, gerek di civîna dahatî de Endamên Desteya Giştî dengdanê li ser bikin û pesend bikin.
Jêder: Hevbendî+Desteya Demkî