Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS civata xwe li bajarê Qamişlo roja Duşemê 11-8-2014 li dar xist.
Hin doseyên giring li ser maseya Encuman hebûn li hêviya stendina biryaran bûn, yek ji wan lidarxistina kongirê sêyemîn yê ENKSê û têkiliyên bi Hevbendiya Niştimanî Sûrî re, û arîşeya xwestina ruxsetkirina patiyên ENKSê ji aliyê rêveberiya Xweseriya Demoqratîk ve, û êrîşên komên tîrorîst li ser deverên kurdî .
Di peywendiyekê de li gel Ebdulsemed Xelef Biro nûnerê partiya Yekîtî ya kurd di ENKSê de tekez kir ku wan di civatê de piraniya doseyan goftûgo kirin û hin biryar hatin standin.
Derbarê kongireyê sêyemîn Biro weha got ” Me biryar stand ku kongir wê piştî meheke din lidarbikeve, û ji bo nûnerîtiya endamên serbexwe û ciwanan û jinan wê Sekretariya Giştî pîvanên wê deyne di riya komîtên xwe yên rêxistinî re û piştî ku hejmaran destnîşan bikin emê agahiyan bidin Encumanên Xwecihî da endamê xwe helbijêrin û di vê mehê de partiyên ENKSê gerek e bigihêjin rêkeftinekê sebaret nûneratiya partiyan di kongir de”.
Û li ser têkiliyên ENKS bi Hevbendiya Niştimanî Sûrî re Biro dibêje ” Biryar hate standin ku nameyên Encuman ji nûnerên xwe re şandibûn bên şopandin ji bo bigihêjin hevbeşyeke rasteqîne bi Hevbendiyê re û tekezî li ser hevbeşiya ENKSê di Hikûmeta Demikî ya Hevbendiyê de kir Ku divê kurd di wezaret û fermanberiyan de hevpar bin li gor rêjeya xwe û nûnerên ENKS di wan pileyan ji Encuman paşre bên destnîşankirin”her wiha Biro doz li Hevbendiyê kir ku guhdanê ji wilo bêtir bi herêma Kurdî bike û bi taybetî di warê hewarcûnê de .
Ji bo doza Ruxsetkirina Partiyan ji hêla rêveberiya xweser ve, Biro weha diyar kir” Encuman careke din biryara xwe tekez kir ku ev rêveberî ne rewa ye û çi biriyar ji hêla wê derkevin ne rewa ne û emê karên xwe yên siyasî wek berê berdewam bikin ta cîbicîkirina mafên gelê kurd”
Û li ser êrîşên komên tîrorîst Biro got” emê bi her awayî berevaniyê di ber xaka xwe de bikin li dijî komên tundraw “
Di dawiya civatê de Encuman bi firehî li ser êrîşên DAIŞ li ser devera Şingalê sekinî û spasiya Encumanên Xwecih li Tirbesipiyê û Çelaxa û Gerkêlegê û Dêrkê kir û doza berdewamiya kar li wan kir û soza piştgiriyê da wan .
jêder: Hevbendî