Buşra Esed, ji dadgeha yekîtiya Ewropî li Loksomborgê xwest ku navê wê rakin ji lîsteya sizayên sepandî li ser rêjîma Esed, ya ku serdana wê ji bo welatên Ewropî qedexe dike û mal û milkên wê bilok dike. lê dadgehê daxwaz red kir, û ew “Belgeyên” Bişra Esed pêşkêş kirîn yên ku pêwendiya xwe bi Bişar Esed re mandel dike nehatin pejrandin. Her wek Bişra gotî ku:” bi tenê ew xuşka Bişare, û pêwendiya wê bi rêjîmê re nîne, û hevjînê wê Asif Şewket li sala 2012an hat kuştin, û ew û zarokê xwe li Mîrgehên Erebî yên yekgirtî dijî û bi tenê ew kebaniya mala xwe ye”. û dadgehê ev belge ret kirin û dazanîn ku pêwendiyên wê xêzanî digel Bişar Esed û digel hin endamên rêjîma Esed û ne”dûrbûna wê ya fermî” ji wan, pêwendiya wê digel rêjîmê dupat dike. û dadgeha Ewropî dazanîn ku:”ji ber ku Bişra xuşka Bişar e, ev bi tenê girêdana wê digel rêjîmê diçespîne, û bi taybetî ku divî welatî de rêvberiya xêzanî ji desthilstê re nayê veşartn”. û dadgehê pejirand ku ev pêwendiya xêzanî palpiştiya di nabera Bişra û Bişar de tekez dike. Bişra Esed hewl da ku van biryarên Ewropî ,yên ku di derheq wê de û 178 kesayetiyên din de yên pêwendiya wan bi rêjîmê re ye, rexne bike bi rêka çend behaneyên dadwerî ji wan “ne agehdarkirina wê bi sizayan bi şêweyekî fermî”, lê dadgehê ew hemû behane ret kirin û dazanîn ku weşandina biryarên Ewropî di gelek alavên ragihandinê de, bi wateya agehdarkirina wê ye ku navê wê di lîsteya sizayên Ewropî de heye.
Jêder:Elerebiya + Hevnendî