Bi sedan malbat ji bajarok û gundên başûrê Helebê ji ber bombebarana bêserûber ya firokên Rûsî û hêzên rêjîma Beşar Elesed derbider bûne.
Serokê Encûmena xwecihî ya Navçeya Til Eldeman li gundewarê Helebê, Xalid Elhimêdî, ji acansa Simart ya ragihandinî re got ku 35hezar sivîl bi sedema bombebarana hêzên Esed û firokên hevalbenda wê Rûsya ji malên xwe derbider bûne.
Elhimêdî got ku 15 hezar sivîl derbider bûne ji herêmên nêzîkî cihê pevçûnên li dijî hêzên rêjîmê li başûrê Helebê nêzî gundê Elgeraf, her weha nêzî 20 hezarên din ji gundin din yên bi ser navçeya Til Eldeman başûrê Helebê koçber bûne.
Elhimêdî diyar kir ko piraniya derbideran di çadir û berakeyên hesinî li Idlib û rojavayê Helebê bicih bûne, di dema nebûna rêkxistin û Encûmenên xwecihî, û buhabûna kiriya Xaniyan, tevlî yên avakirina wan temam nebûye jî, li gora Elhimêdî got.
Serokê Encûmena xwecihî destnîşan kir ko gelek malbat li gundên başûrê Helebê li çolan radikevin, ji tirsa ko firokên Esed û Rûsya ji nişka ve malên wan amanc bikin.
Netewên Yekbûyî nîgeraniya xwe ji ber van êrîşên berdewam diyar kir, digel ko bombebarana tund ya firokên rêjîmê û Rûsya di rojên borî de li ser gund û bajarokê herêmê, di encamê de sivîl hatine kuştin û birîndar bûne û malûmilkên xelkê wêran bûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê operasiyona bombebarankirina sivîlan pirotesto kir, û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko fişarê bidine ser Esed û hevalbenda wî Rûsya ji bo amanckirina sivîlan rawestînin, û berpirsiyarên bombebaranê siza bikin, her weha Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko rêbuhêrkên aram û hêmin ji sivîlan re vekin û alîkariyên mirovî bigehînin wan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Simart