Raportine meydanî aşkere kirine ko kampanya leşkerî ya rêjîmê û Rûsya li ser herêmên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê; bi dehan dezgehên tendiristî û yên fêrkirinê û bargehên giştî wêran kirine, û jêrxana parêzgehê têk birine, û bi sedan kuştine, û bi sedhezaran sivîlên bêçek derbider kirine.
Çalakvanên meydanî gotin ku 63 dibistan li Idlibê di nîvê yekem ji vê salê de bi sedema bombebarana hêzên rêjîmê û çekên asmanî yên Rûsya ziyan li wan bûye
Çalakvanan gotin ku bombebarana firokên cengê yên Rûsî û amanckirina hêzên rêjîmê ji bargehên giştî re; bû sedem ko ziyana dibistanan gihaye ji 10% ta 80% .
Çalakvanan destnîşan kirin ko piraniya dibistanên amanckirî bi ser bajarok û gundên gundewarê Idlib yê başûr ve ne, û çar dibistan li herêma Cisir Elşixûr û sê li bajarê Idlibê ne.
Her weha bombebaran di hefteyên bûrî de geha 25 bargehên bijîşkî, ko 20 ji wan bi tekûzî an parek jê wêran bûne, û 12 navendên berevaniya sivîl û bêtir ji 11 firneyan û 25 dibistanan û 30 mizgeft û bazarên gelêrî hatine amanckirin.
Netewên Yekgirtî di rûniştina Encûmena Ewlehiyê ya awarte de ya li ser daxwaza Elmanya, Belcîka û Kiwêtê amade bû; da rewşa Idlib bête gengeşekirin, di 18 vê mehê de, ko metirsî li ser herêma rojhelata navîn heye bi sedema ku operasiyonên leşkerî yên bi serpereştiya rêjîma Esed û Rûsya li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê berdewam in
Hêzên rêjîmê û Rûsya ji 26 nîsana bûrî de di operasiyonên xwe yên leşkerî li herêmên kêmkirina şerî berdewam in, û Hevrêzkarên Bersivdana Lezgîn li bakurê Sûriyê aşkere kirin ko encama operasiyona leşkerî ya li bakur li herêmên kêmkirina şerî 833 sivîl in, ji nav wan 236 zarok in, ji destpêka sibatê de hatine kuştin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî