Firokên Esed îro sê êrîşên asmanî birin ser sivîlên Herêma Sûka Wadî Bereda, êrîşan Gundê Besîme û Bajarokê Elfîce yê ko ava vexwarinê dide Şamê û Gundewarê wê armanc kirin, digel ko telefon li hundirê ewan Bajarokên armanckirî hatibûn birrîn.
Hêjayî gotinê ye ko Niştecihên Wadî Bereda yên ji kaniya Fîcê heta digihê Cidêda Şeybanî hejmara Niştecihan ev e, li Gundê Besîma 3000 hezar in, Eyn Elfîcê 5000 Niştecih in, û Dêr Meqrin nêzîkî 4500 Kesî ne.
Di peywendiyeke telefonê ji Nivîsgeha Ragihandinê bi yekî ji Wadî Bereda re tekez kir”Hêzên rêjîmê dest bi girtina Xelkê û girtina ser malan di heman dema bombebarandinê li ser Herêmên Wadî û em hişyariyê ji kuştarine mezin di dermafê Sivîlan de didin, yên ko Rêjîm wan armanc dike û wan dike wek kaxeta fişarê li ser Şoreşgeran,da wan ji daxwazên wan vegerîne.”
Jêder: Hevbendî