Hevbendiya Niştimanî Sûrî û bi alîkariya Toreya Sûrî a Mafê Mirovan û hevrêziya bi nivîsgeha yasayî di Hevbendiyê de raporek li ser kuştarên rejîma Esed li bajarê Dûma di dema dawî de bi navê ” Bumbebarankirina Sûkan Di Dema Ecqanê de” desrxist. Raporê di heman dema dorpêçkirina asê de ku ji sala 2013an li ser bajêr berdewam e, kuştina 122 kesan, 11 ji wan zarok û du jin in, û birîndarbûna 485 kesên dî bi nav û wêne belge kir.
Rapora ku lêkolînerê meydanî di Toreyê de Mecd Dalatî amade kiriye, roniyê davêje ser aloziya rewşa mirovahî û jiyanê li bajaê Dûma, ku ew mezintirîn bajarê devera Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê ye, û di bin kontrola yekîneyên şoreşa Sûrî de ye. Raporê êrîşek ji firokeyên Esed ên cengê û bikaranîna heyşt sarûxan ku du sûkên gelêrî û taxeke ava bumbebaran kirin belge dike.
Dektor Mecd gelek lênerînên klînîkî û operasyonên nojdarî ji gelek birînaran re pêk anîne, têkilî bi xelkên qurbaniyan re jî kirine ta ku navan û hemû hûrbîniyan belge bike, wêne kişandine, perçeyên vîdyo jî tomar kirine, û gelek hevdîtin jî kirine.
Dalatî dibêje:” Komek ji derdora 30 kesî pêk dihat gihişt ber destê me, pênc zarok di nav wan de bûn, yek ji wan, sikrat dikir, bi zorê bihna wî diçû û dihat, jiyana xwe ji dest da, min nikarîbû tu tişt jê re pêşkêş kiriba. Birîndareke dî, me hewl dida ku em wî ji bo operasyonek nojdarî di zikê wî de amade bikin, lê ew piştî çend deqeyan mir. Min birîndarek dît roviyên wî derketibûn derveyî laşê wî. Yekî dî birîna lingê wî xedar bû, hevalê me neçar ma ku lingê wî jê bike. Zarokek di nav birîndaran de hebû gelek pîjikên bumbeyan li riwê wî ketibûn, riwê wî şêwandibûn”.
Agahiyan çesipand ku deverên armanckirî sûkine sivîl bûn, tu navendên leşkerî yan enbarên çekan ên şoreşgeran di dema êrîşê de û berî wê jî tê de tune bûn. û diyar kirin ku dema van êrîşan û armanckirina sûkek giştî – wek her car – di ecqanê de, armanca hêzên Esed jê ew bû ku mezintirîn hejmar ji kuştî, birîndar, û wêrankirinê pêk bînin.
Herweha mebesta operasyonên bumbebarankirinê ku rejîma Esed pêk anîn, di serî de têkbirina çi nimûneyên guman heye bikeve şûna wî de, herweha dibe sedema mişextiya welatiyan ji deverên di bin kontrola yekîneyên şoreşê de ber bi deverên di bin kontrola wî de, ku bi awayekî ji awayan aramî li wan peyda dibe, û ev yek e tiştê ku rejîm pilanan ji bo wê dike.
Rapor destnîşan dike ku rejîma Esed – bi awayekî ku cihê gumanê nahêle – biryara Encumena Ewlehiyê nemre 2139 ku dibêje; divê êrîşên tewşe rawestin binpê kiriye, û armanckirina kesên sivîl û bêçek bû, asta êrîşên berfireh derçûna biryara wan bi erêkirina Esed tekez dike, û ew bi kesayetiya xwe di ber wan de berpirs e. Raporê herweha diyar kir ku Rûsya, Iran, û Milişiyên Hizbillah yên tirorist tiliya wan di van êrîşan de heye, ji ber ew alîkariya rejîma Esed, bi çek, cebilxane, û diravan dikin.
Raporê ji Encumena Ewlehiyê xwest ku bizavin zêdetir hebin, ta rejîma esed mecbûr bibe operasyonên bumbebarankirina tewşe rawestîne, zextê li dewletên ku piştgiriya rejîma Esed dikin bikin ta operasyonên alîkariyê di warê çek û zaniyariyan rawestînin, herweha raporê doz kir ku dosya Sûrî rakin Dadgeha Tawankariyên Navdewletî, hemû kesên tiliya wan di tawanên cengê de hene werin cezakirin, û cezayan berfirehtir bikin ta ku bigihêjin hemû simbolên rejîma Esed û ya Iranê.
Jêder: Hevbendî