Di encama bûyereke tiravîkê de 4 kesan ji gundê Mistefawaiyê yê bi ser devera Dêrikê ve roja yekşemê 30 êlûnê jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li ser riya serke ya di navbera Qamişlo û Dêrikê de rû da, û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bûyerên Tirafîkê li parêzgeha Hesekê bûne rojane, û her roj bûyerek an jî zêdetir çêdibe.
Li ser sedemên van bûyeran Ehmed Yûnis -ajokerê servîsekê ye li bajarê Qamişlo- ji peyamnêrê me re diyar kir ku Sedema serke pirbûna otombîlan û nebûna bingehên sereke ji vê guhertinê re ye, ji ber ku riyên sereke û yên din weke xwe mane û desthilatê tu guhertin di wan de çênekirne.
Her wehaYûnis di heman mijarê de bal kişand ku piraniya otombîlên derbasî parêzgehê bûne ji cûreyên nû ne û ji ber ajotina bilez bûyerên tirafîkê pir dibin.
Ji hêla xwe ve ajoker Îsa Mihemed -ji bajarê Amûdê ye- sedema serke dibîne ji otombîlên bi ser dezgeh û hêzên leşkerî yên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve , û amaje bi wê yekê kir ku rêjeya bûyerên tirafîkê yên bi otombîlên PYD gihştiye 90 ji sedî.
Mihemd berdewam kir û got ku piraniya ajokerên PYD ne pisporin û nezanin û hejmarek mezin ji wan bi temenê xwe biçûk in, û ji layekî din ve ew dibînin ku ew di ser zagon û yasayan re ne .
Tê zanîn ku rojane bûyerên tirafîkê li parêzgeha Hesekê rû didin, û piraniya wan bi sedema otombîlên leşkerî ên PYD ne.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê