Kampaniyek bi navê “Qiyameta Idlibê” ji aliyê hin çalakvanên Sûrî ve li ser malperên enternêtê li dijî Rûsiya hat ragihandin, bi sedema êrîşên wê yên esmanî yên berdewam li ser Idlibê, yên bûne sedema kuştaran û kuştina bi dehên sivîlan.
Û çalakvanan li ser Tiwîterê bi nîşankên: #gerantor- tawankar, #terorîsta- Rûsiya -sivîlan-dikuje, û daxwaza rawestandina êrîşên firokên Rûsiya û bombebarana li ser koçberan li hemû gund û bajarokên Idlibê dibe kirin.
Herwiha kampaniyê gelek wêne û parçevîdiyoyên kuştî û birîndarên kiryarên bombebarankirinê belav kirin, tevî wêneyên avahî û nexweşxane û navendên giştî yên wêrankirî.
Û ji bilî Erebî çend zimanên din wek Ingilêzî û Rûsî ji aliyê çalakvanan hatine bikaranîn ji bo gihandina peyaman, û têde daxwaz ji civaka navdewletî hatiye kirin ji bo bi erkê xwe rabe derbarê parastina sivîlan û rawestandina êrîşên firokên Rûsiya.
Û ji aliyê dezgehên ragihandinê yên xwecihî ve hat belavkirin ku oparesyona leşkerî ya li ser Idlibê roj bi roj ferehtir dibe, û bal kişandin ku ji aliyê firokên Rûsoya û Rijêmê hejmarek bajar û bajarokên nû li gundewarê Idlibê hatin armanckirin.
Û diyar kirin ku gundê “Sikêk” duhî bi bermîlên teqîner ji aliyê firokên Rijêmê hatiye bombebarankirin, û herwiha bajarokê Xanşîxon û gundê Elmozê li rojavayê Idlibê û bajarê Cisr Elşixûr û herdu gundên “Elzi’îniyê” û “Bidama” ji aliyê hêzên Rijêmê hatibûn topbarankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Şebeket Beledî