Hin çalakvanên Sûriyê hilemetek ji bo rawestandina kiryarên koçbarkirina neçarî û guhertina demografîk yên li ser destê rêjîma Esed dibin ragihandin, û têde daxwaza rawestandina van tawanan û rakirina dorpêçkirina li ser gund û bajaran kirin.
Çalakvanan duhî di kongirekî rojnamevanî de li bajarê Xazî Entabê, kampaniya xwe li bin navê “Na ji koçberiya neçarî re” ragihandin, û têde tekez kirin ku Rêjîm dorpêçê û birçîkirinê bi kar tîne ji bo lawazkirina xelkê û neçarkirina wan li ser koçbarkirinê.
Û Rêjîm bi pêkanîna çendîn kiryarên bi vî awayî rabûye, û dawîtirîn yek kiryara koçbarkirinê li bajarê Dareya yê li gundewarê Şamê bû, û berî wê li Zebedanê û li Himusa kevin û li Elqisêr hatibûn encamdan, û îro Rêjîm hewl dide vê sînaryoyê li taxa Elwe’ir û bajarokên Qudseya û Elhamê û Me’demiyê û Medaya dubare bike.
Çalakvanan di daxuyaniya xwe ya dawiyê de cext li ser giringiya vegera sivîlan bê qeyd û merc bo gund û bajarên wan kirin, herwiha daxwaza vekirina doseyeka lêkolîna navdewletî der barê kiryarên koçbarkirina sivîlên Sûriyê yên “neçar” kirin û daxwaza qerebokirina wan û parastina maf û tapoyên wan kirin.
Jêder: Hevbendî