Hemû Çalakdanên parêzgeha Reqa beşdarbûna milîtanên “PYD” di rizgarkirina parêzgeha Reqayê de red dikin. Doh di daxuyaniyekê de ragihandin ko çi himêzgeha wan hêzan li parêzgeha reqa tune ye
Daxuyaniyê bêtir got ku eger kêşeya rizgarkirinê rastî ba, wê hêzên Hevpeymanan xelkên parêgehê ji bo rizgarkirinê bi çek û rahînan bikirana, û bêtir rizgarkirina parêzgeha wan ji DAIŞê ji wan tê xwestin.
Her wiha daxuyaniyê destnîşan kir ko ezmûneya berê ya bajarê Til Ebyed û navçeyên wê û kirdeyên wê hêzê li wir ji koçkirin, wêrankirina malan, dizya mal û milkên xelkê û girtina wan kirine, tirseke mezin li cem xelkên parêzgeha Reqayê çêdike. Bêtir got “ji ber vê yekê jî, hemû hêzên siyasî û yên milî beşdarbûna van hêzan di rizgarkirina Reqayê de red dikin.”
Her wiha Çalakdanan, û ji wan jî Encûmena Parêzgehê û sendîkeya mamosteyan û Dadweriya Sûriyê û komela Tirkumanan, bal kêşandin ser ku dibe beşdarbûna van hêzan nakokiyeke netewî di navbera Ereb û Kurdan de çêbike. Û daxwaz ji wan hêzan kirin ko xwe dûr bikin ji şerên ko xizmeta şoreşa Sûrî û amancên wê di azadî û rûmetê de nakin.
Di dawiyê de, yên ko li ser daxuyaniya hêzên siyasî û civakî û milî imze kirine, daxwaz ji Hevpeymana navdewletî kirine ko xelkên parêzgeha Reqayê di rizgarkirina bajêrê xwe de beşdar bikin, û birêveberiya bajêr ji aliyê xizmetkarî, siyasî, civakî û leşkerî bikin, û mijara sînorê Reqayê yê bakur û mafê cîrantiyê bi Tirkiyê re berçav bigirin û çi nakokiyan digel wê tevnedin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî