Duhî peyamnêr Amar Bekûr şehîd ket, di encama êrîşên firokên Rûsiya de li ser bajarokê Eldana li bakurê Idlibê, tevlî şehîdbûna 11 sivîlan û birîndarbûna hin sivîlên din.
Û duhî kombenda rojnanevanên Sûriyê di daxuyaniyekê de nûçeya şehadeta Bekûr ragihand û “kiryarên kuştina rojane ya rojnanevanên Sûriyê, nemaze bi êrîşên esmanî yên firokên Rijêmê û yên Rûsiya” şermezar kirin, û daxwaza “xistina fişaran ji bo rawestandina armanckirina rojnamevanan” ji rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar kir.
Kombendê bal kişand li ser kuştina derdora 200 rojnamevî ji aliyê rijêma Esed û hevalvendên wê ve, di heyamê pênc salên bûrî de, tevî armanckirina hin rojnanevanên din ji aliyê rêxistina DAÎŞê, û herwiha kombendê daxwaza “dadgehkirina kujerên rojnamevan û binpêkerên azadiya rojnamevaniyê kir, û di serî de daxwaza dadgehkirina Serokê rijêma tepeserî xwînmijiyê yê li Şamê kir”.
Hêjayê gotinê ye ku Bekûr derçûyê zankoya Şamê kolîja ragihandinê ye, û kar di rojnameya “Beledûna” de dikir, û dema destpêkirina şoreşê bû alîgirê wê, û çû Misrê û kar di kanala “Sûriya Elxed” de kir, û paşî çû Tirkiyê û kar di Nivîsîngeha Ragihandina “desteya giştî ya şoreşa Sûriyê” de kir, û ligel çend hevkarên xwe malpera “Sirac Press” damezirand, û têde berdewam kir heta rawestandina karê wê di heyva êlûna 2015 an de.
Bekûr di dawiya sala bûrî de, tevî tîma malpera “kulûna Şureka” bû, ya ku duhî nûçeya mirina wî ragihand û got: ” wî bi dehan raportên rojnamevanî yên bijarte dişandin, û ew nimûneyek bû ji kesên rewşt-pak re, û her weha ji karê pîşeyî yê pile-bilind re, û bi canfîdayê dihat naskirin, û şoreş di xwîna wî de bû, û li dawîyê canê xwe kir qurban bo welat, û red kir ji welat derkeve û cendekê wî li welat hat binaxkirin”.
Ji aliyê xwe ve, rêxistina peyamnêrên bê sînor, Sûriya bi metirsîndartirîn welat di cîhanê de li ser karê rojnamevaniyê dît, û Sûriya di serê lîsteya rêxistinê de hat, ya li sala 2015 an, ya derbarê bilindtirîn hejmara rojnanevanên girtî, ku hejmara wan giha 54 rojnamevanan.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê