Duh li roja sêşemê, xwenîşandanek ji aliyê çalakvanên Siwêda ji bo piştgiriya kesên biçavkirî û bêserûşûn di girtîgehên rejîma Esed de hat lidarxistin.
Beşdaran, pankart li pêşiya avahiya parêzgehê hatin hildan bi sloganên “Azadî ji bo girtiyên siyasî, azadî ji kesên bêserûşûnkirî re, ne ji revandin, girtinê re, em li bendê vegera te ne Ya Baba”, û xwenîşanderan daxwaza serbestberdana çalakvan Mihened Şehab el-Din û hemû kesên hatin binçavkirin û girtiyên siyasî kirin.
Xwenîşanderan piştrast kirin ku çalakvan “Şehab el-Dîn” ji aliyê rejîma Esed ve hatibû revandin, û tekez kirin ku awayê rejîmê kifşin di binçavkirin û revandinê de, û ku revandin bi rêya cêbeke”van” ya spî ya dezgeha ewlekariya leşkerî li parêzgehê hatibû pêkanîn.
Site “Siwêda 24” ragihand ku çalakavan pankart bi dirûşmên serbestberdana Mihend Şehab el-Din bilind kiribûn, yê li roja yekşemê hatibû revandin, ku pankart li dijî girtina Mihend, û redkirina girtin û revandinê bi giştî hatibûn bilindkirin û li ser pankartekî hatibû nivîsandin ku “Mihened ne sûcdar û nejî bazirganê hoşbiriyê ye û nejî terorîst e ku bikeve di zîndanê de”.
Beşdaran bang li dezgehên ewlekariyê li parêzgehê kirin ji bo serbestberdana bilez ya hemû kesên hatin binçavkirin û diyarkirina çarnivîsa kesên bêserûşûnkirî, û berpirsiyariya tawan û binpêkirinên diqewimin bi tevayî xistin li ser stûyê rejîmê.
Ku heşt rêxistinên mafên mirovan yên Sûrî û navnetewî, û di serî de Rêxistina Amnesty, li roja 12’ê gulana borî, daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kiribû ji bo gotûbêjkirina fayilê girtin, îşkence, wendakirin û bi sed hezaran welatiyên sûrî yên li ser destê rejîma Esed.
Rêxistinan daxwaz ji rejîmê Esed kir ji bo eşkerekirina cih û çarenivîsa kesên hatine binçavkirin kiribûn, ji bo piştgiriya damezrandina sîstemek yekgirtî ya tomarkirina hemû rewşên windakirinan, û rawestandina dadgehên nerewa û leşkerî yên li dijî sivîlan, û cext kiribûn ku rejîma Esed hêjî bi deh hezaran binçav dike, û bal kişand bûn ku gelek malbat cîhên binçavkirina wan nas nakin û çarenivîsa wan jî nizanin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî