Duhî roja yekşemê bi helkefta bîranîna çaremîn salvegera şoreşa Sûriyê, li bajarê Istembolê hin çalakvanên sûrî û bi piştgiriya pirojeyê “Xewin” çalakiyeke rewşenbîrî lidar xistin bi armanca gihandina peyama êş û azarên gelê Sûriyê bo dunyayê bi rengek Ciyawaz, ew êşên bi sedema destneberdana rijêma Esed ji desthilatê .
Xelîl Mîriş; Berpirsê cêbicêkar yê pirojeyê “Xewin”got ku çalakî ji hin karên şanogerî yên komîdî û diramatîk û ahengeka mûzîkê pêk hat, ku di van karan de bal hatiye kişandin li ser êş û azarên gelê Sûriyê piştî derbasbûna çar salan li ser destpêkirina Şoreşê, ji encama dorpêçiyê û kêmbûna kêmtirîn pêdawestiyên jiyanê û berdewamiya barîna bermîlên teqîner li ser taxên sivîlan û nekarîna sûriyan ji bidestxistina pasteportan û koçberiya ber bi Ewropa bi rêkên deryayî ji bona dîtina penageheka hêmin.
Ji aliyê xwe ve cêgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem elxadirî got ku kesin afrandyar serpirştkarên vê çalakiyê bûn û karîn derdeseriya gelê Sûriyê û ketwarê xembar yê gelê Sûriyê têde dijî ji encamê piyadekarên hovane yên rêjîma Esed piyade dike bi dirêjahiya jiyê şoreşê bigihînin.
Elxadirî diyar kir ku karên vê çalakiyê bi awayekî pirofîşînal û bilind û komîdî hat encamdan û karî nêzîkayetiyê li hest û nestê amadebûyan bike, di heman demê de balkîsand ku çalakî bi piştgiriyek gelek kêm ku ne hêjayî behskirinê ye hat pêk anîn.
Jêder: Hevbendî