Çend xwepêşandan îro li çend bajarên Sûriyê hatin lidarxistin, ji bo piştgiriya bajarê Dêrazorê bi navê îna “Dêrazorê: li ser du keviyê mirinê”, ji ber ku xelkê bajarê Dêrazorê di rewşeka bobilat de dijîn bi sedema stemkariya Rijêmê û herwiha ya rêxistina DAIŞê ya terorîst.
Û xwepêşandan li bajarê Idlibê û Me’ret Nu´hman û bajarokê Kefrdiriyan û Sermeda û Tirmanîn li gundewarê Idlibê, tevî li bajarên Dûma û Hemûriyê û E’rbîn li gundewarê Şamê û li Atarib li gundewarê başûr yê Helebê hatin lidarxistin.
Û bajarê Dêrazorê ji nêzîkî du salan heye, ketiye dibin dopêçkirinek duqolî de ji aliyê Rijêmê û DAIŞê ve, û Rijêmê hatûçûn li taxên di dest wê de wek (Elcûra, û Elqisûr û Hirabiş) qedexe kiriye, lê DAIŞ bi carekê hatuçûn li taxên di destê xwe de qedexe kiriye, hevdem ligel bombebarankirina navçeyê ji aliyê Rijêmê û Rûsiya, û herwiha DAIŞ sivîlên li taxên di destê Rijêmê de bombebaran dike.
Û NY ji berî çend rojan, rawestandina avêtina alîkariyan li ser taxên dorpêçkirî re bi sedema zêdebûna şer û pevçûnan ragihandibû, ku ev yek bû sedema zêdebûna derdeseriya sivîlan bi sedema nebûna kelupelên xwarinê.
Têzanîn ku nûnerên çalakiyên Dêrazorê bang li Encûmena Asayîşê kiribûn ji bo bêalîkirina sivîlan li Dêrazorê, piştî derketina biryara 3336 ya agirbestê ya bi çavdêriya Rûsiya Tirkiyê, ji bilî navçeyên dibin destê DAIŞê de, û nûnerên bajêr red kiribûn ku “xelkê bajêr bêne dîtin wek hembêzgehek gelêrî bo rêxistina DAIŞê”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê