Çalakvanin mafnasên Sûrî, hêzên rêjîma Esed û Rûsya bi amanckirina 14 bargehên zindîdar ên xizmetgozeriyê li bakurê Sûriyê di 72 demjimêran de, ji nav wan bargehên bijîşkî û yên fêrkirinê û firne, tawanbar kirine.
Tîma bersivdana lezgîn got ko amancên ji hêla Rûsya û hêzên rêjîmê hatine bombebarankirin, 4 bargehên bijîşkî, 2 yên fêrkirinê, 4 navendên berevaniya sivîl, du firne û yek cihê kombûna penaberan û bargehin xizmetkariyê yên din.
Bêtir got ko hêzên rêjîma Esed û Rûsya zincîreke dirêj ji tawanên cengê û binpêkirinên li dijî sivîlan pêk anîne, bêyî ko cîhan tiştekî bike, û ji bo rawestandina wan têwerdan nekir.
Tîm dibîne ev bêdengiya civaka navdewletî daxwaz e ji hêzên Rûsî û rêjîmê tako di beraberiyên xwe yên li himber bingehên yasaya navdewletî û kirdeyên dijî yasayê bikin, û bêtir tawanan derheqê sivîlan de pêk bînin.
Ji Civaka navdewletî daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe rabe, û bi parastina jiyana sivîl û bargehên bijîşkî û jêrxanê pabend bin, û daxwaz ji aliyên di girêbesta peymanên Cinêvê de ne kir ku bilez têwerdanê bikin, û zincîra tawanên dijî sivîlan rawestînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimmanî