Encûmena Asayişa Navdewletî careka din rê dide Dezgehên hawarçûnê yên Navdewletî ku saleke din jî Rêbuhêrkên Sînorên Sûrî bê pêdiviya destûrxwestinê ji Esed alîkaiyan derbas bikin.
Û Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz ji Esed kir ko rêzê li Yasaya Navdewletî û Mafê Mirovan bigire, û dest nîşan kir ko hin zêdegaviyên li Sûriyê dibin di asta tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovanhiyê ne.
Erêkirina Encûmenê bi giştî hat, û çar Rêbuhêrk destnîşan kirin, li aliyê Tirkiyê, Îraq û Urdinê da desrbasî deverên dorpêçkirî û yên ne di bin destê Esed de bikin, û bê ko destûrê jê bixwazin.
Li gora Netewên Yekbûyî li dora 12.2 Milyon Sûrî pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî hene, anko 2.9 Milyon kes di deh mehan de lê zêde bûne.
Û li gora texmînên Rêkxistinên Navdewletî nîvê miletê Sûrî bi sedema cengê derbider bûye, çimkî 7.6 Milyon koçberên li hundir hene, û bêtir ji sê milyon kes li dewletên cîran penaber bûne. Rêkxistinê evê dawiyê hejmara kuştiyan li gora texmînên wan ji Adara 2011an ve heta nuha 200 000 çê bûne.
Jêder: Hevbendî+Elcezîra