Li gorî raporteke taybet ya Navenda Sûrî ya Azadiya Medyayê ya kombenda Rojnamevanên Sûrî, îro şemiyê serê sibê derket, li ser hejmara binpêkirinên li dijî rojnamevanan li şeş mehên pêşîn yên îsal, rejîma Esed di serê lîsteya aliyên berpirsiyar bi kuştina rojnamevanan hat.
Ji aliyê raportê 46 binpêkirinên medyayê ji destpêka çileya paşîn heta dawiya hezîranê hatiye dokumentkirin, bi rêjeyek kêmtir ji binpêkirinên heman demê yên sala par ku 51 binpêkirin bûn.
Raporê diyar kir ku du medyakar di meha hezîranê de hatibûn kuştin, herweha ku 3 medyakarên din, di mehên sibat û adar û nîsanê de hatibûn kuştin, û ragihand ku rejîma Esad li pêşiya wan aliyên berpirsiyar bi kuştina rojnamevanan bi 3 dozan hat, û piştre hêzên Rusî bi yek doza kuştinê hat, hevdem ku aliyê din yê berpirsyar li hember tawana dawiyê hêjî nehatiye naskirin.
Li gorî rapora Navendê, ku rejîma Esed di serê lîsteya binpêkirinan de hat bi 17 dozên binpêkirinan, piştra Heyet Tehrîr al-Şam bi 13 binpêkirinan hat, hevdem ku hin aliyên din bi binpêkirinên mayî hatin gunehbarkirin.
Raporê diyar kir ku hejmara herî mezin ya binpêkirinên îsal di meha adarê de bû, bi 16 binpêkirinan hat tomarkirin, hevdem ku binpêkirinên nîva pêşîn ya 2019’an bi vî hawayî ji aliyê Navendê hatin dokumentkirin, 5 dozên kuştinê, 16 dozên lêdan û birîndarkirinê, û 16 dozên revandin û binçavkirinê, û du dozên li dijî saziyên medyayî, û 7 dozên din hatine belgekirin.
Ji aliyê cografî û li gorî raportê, parêzgeha Idlib, herî li pêş hatibû bi tomarkirina 16 dozan, paşê Heleb bi 11 dozan, Hema bi 9 dozan, Şam bi 3 bûyeran, heryek ji dêrazorê, gundewarê Şamê û Hesekê bi du dozan, û Reqa bi dozekê bi tenê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî