Duhî roja çarşemê 09/09/2015 hêzeke Asayişa “PYD”ê bi ser civîneke rêxistînî ya cemawerî ya PDK-Sê de girt li gundê Şêx Bilal yê girêdayî bajarê Raco, ew civîn hatibû lidarxistin bihelkefta Şoreşa Ȇlûnê ya Kurdistana Ȇraqê, ku heryek ji “Abdulrehman Apo” Serkirdeyê PDK-Sê û tevî xudiyê malê bo mawê du demjimêran hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye ku rêxistina PDK-Sê li Navçeya Raco/Afrîn daxuyniyek bi vê yekê derxist û têde ev kiryar pirotisto kir û daxwaz ji “PYD”ê kir ku dawiyê li van karên xwe yên neberpirs bîne, herwiha daxwaz ji hêz û partiyên Kuristanê û ji ENKSê kir ku van riftarên dijminkarî yên neberpirs şermezar bikin û pêwîst e “PYD”ê dest ji peyketin û girtina endam û alîgirên PDK-Sê û herwiha yên ENKSê berdin.
Jêder:Hevbendî