Derengê şeva bûrî girûpek ji çekdarên PYD endaamekî Partî Dîmuqratî Kurdistanî- Sûriya PDKS revand û eşkence kir.
Çekdarên PYD derangî şeva Sêşemê Cinêd Seyid Mecîd ji bajarê Girkêlegê revand û ew êşkence kir li gor daxuyaniya malbata wî ji malpera Hevbendiyê re.
Malbata Seyid Mecîd diyar kirin ku kurê wan piştî lêdanê û êşkenceyê li ser destê çekdarên PYD li çoleke vala hate avêtin.
Derbarê vê mijarê Emîndariya Giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS daxuyaniyek belav kir têde bi tundî kiryarên PYD li dijî Cinêd şermezar kirin.
Di heman daxuyaniyê de ENKS ragihand ku PYD bi van kiryaran dixwaze tirsê di nava çalakvan û endamên partiyên ENKSê de çêke.
Daxuyaniya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê doz li dezgehên mafên mirovan û yên yasayî kir ku gefa li PYD bikin da ku dest ji van kiryarên xwe berde.
Tê zanîn ku berî du salan carek din Cinêd Seyid Mecîd ji hêla PYD ve hatibû binçavkirin û 6 heyvan di zindanên wan de mabû.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê