Çekdarên PYD hin serkirdeyên partiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS binçav kirin di dema kû pêşwaziya yek ji pakrewanên pêşmergeyên Roj dikirin kû duh 14ê vê heyva tebaxê li kurdistana Iraqê di şerê li dijî Da’iş de Şehîd bûbû.
Û ji wan serkirdeyan Hesen Salih cîgirê sekreterê Partiya Yekîtî ya kurd , Ebdulah Gedo endamê Komîta navendî ji heman partiyê , Mihemed Ismaîl û Neşet Zaza endamên Komîta siyasî ya Partiya Dîmuqratî Kurdistanî- Sûriya PDK-S , Ebulkerîm Hacî , Nafi Ebdulah û Salih Cemîl Endamên komîta navendî yên heman partiyê.
Ismaîl Hemê endamî Komîta Siyasî ya Yekîtî Ya Kurd Li Sûriyê, di daxuyaniyeke taybet ji malpera me re, bi tundî kiryarên Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD şermezar kirin û got ku wan hemî hêlên sor derbas kirin dema destdirêjî li ser serkirde û sîmbolên Kurd kirin, û ew bi vî karî derî li pêş şerekî Kurdî-Kurdî vedikin.
Cihê gotinê ye ku PYD di heman rojê de hejmarek ji gênc û çalakvanên Kurd desteser kirin dema beşdarî di rêweresmên bixaksipartina hin şehîdên din yên pêşmerge dikirin .
Jêder: Hevbendî