Îro pêncşemê 14 Êlûnê çekdarên PYD dest bi hilmeteke girtinê li dijî endam û alîgirên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûrî ENKS li bajarên parêzgeha Hesekê kirin.
Peyamnêrê me li Hesekê ragihand ku li bajarê Dirbêsiyê Her yek ji Nizameddîn Elîko û Cîhad Elîko û li bajarê Serêkaniyê û Tiltemir Behcet Şêxo û Ismaîl Xêro û Bedran Misto binçav kirin, her wiha li bajarê Amûdê her yek ji Ismaîl Sînan , Mistefa Sînan , Fehed Esed , Mihemed Hemê ji hêla çekdarên PYDê ve hatin binçavkirin.
Derbarê vê mijarê û di pêwendiyeke Telîfonî de li gel Mizgîn Remdan endamê emîndariya giştî ya ENKS ji mere diyar kir ku hilmeta girtinê li dijî çalakiya ENKS ji bo piştgiriya rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê ye, û PYD hewil dide ku bi tirsandinê van çalakiyan rawestîne.
Remdan di axaftina xwe de ragihand ku kiryarên PYD wan ji karê wan venagerîne û ewê di xebata xwe de berdewam bin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê