Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji me re ragihand ku hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê nahêlin malbata Elî Temê, endamê xwecihiyê yê ku ji 8 tîrmeha sala 2017 ve ji hêla PYD ve hatiye girtin, serdana wî bikin.
Mistefa tekez kir ku malbata Temê hawil dide ku Elî bibînin lê hêzên PYDê rê nadin wan û ta niha çarenûsa wî nediyar e.
Her wiha Mistefa bal kişand ku girtina Temê siyasî ye, û prensîbên bingehîn yên mafên mirovan bin pê dike, û armanc ji girtina endamên Encumana Niştimanî ya Kurdî tunekirina jiyana siyasî ye li herêmên Kurdî li Sûriyê.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê di dema dawî de bi dehan endem û alîgirên ENKS girtine.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê