Çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD roja Înê 3-5-2019 serokê xwecihiyeke Encumana Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê li bajarê Qamişlo binçav kir.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê li parêzgeha Hesekê diyar kir ku çekdarên PYD serokê xwecihiya ENKS yê rojavayê Qamişlo Mihemed Eyo binçav kir, û ta vê gavê çarenivîsa wî nediyar e.
Di heman mijarê de peyamnêrê me ragihand ku çekdarên PYD Eyo ji civata xwecihiyê derxist û ew ber bi cihekî nediyar de bir.
Tê zanîn ku binçavkirina siyasî ji hêla Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD li seranserî deverên Kurdî li Sûriyê berdewam e.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî