Di çarçoveya hilmeta PYDê de ya ji bona cewsandina çalakiyên siyasî yên ENKSê, duhî yekşemê 2/10/2016 an, êvarî, çekdarên wê heryek ji Welîd Ferman endamê nivîsîngeha cêbicêkar ya tevgera Çaksazî ya kurdî li Sûriyê, nûnerê tevgera Çaksazî di xwecihiya ENKSê de li Dêrikê, û Fûad Îbrahîm nûnerê tevgera ciwanan li Dêrikê revandina.
Tevgera Çaksazî ya kurd, ev yek di daxuyaniyekê de ji aliyê nivîsîngeha xwe ya ragihandinê derxistin, têde saxî û selametiya van girtiyan û diyarkirina wirdekariyên wê bûyerê danî ser milê berpirsyarê di ber vê girtinê de.
Di heman çarçoveyê de çekdarên PYDê duhî li êvarî rabûn bi girtina Îsmaîl Welî ji mala wî li gundê Cewheriyê, endamê rêxistina partiya Yekîtiyê li gundên Amûdê.
Hêjayê gotinê ye ku PYDê li vê dawiyê rabûye bi zêdekirina hilmeta girtina serkirde û kadiroyên ENKSê û herwiha girtina çalakvan û mediyakaran bi hewla bidawîkirina jiyana siyasî di navçeya kurdî de û serkutkirina her çalakiyekî ne ligor boçûnên wan yê siyasî.
Jêder: Hevbendî+eslahkurd.org