Îro êvarî li roja sêşemê 03/11/2015 û li ser vexwendina Encûmena Xwecihî ya ENKSê li bajarokê Tirbesipiyê bidehan xelkê bajêr li pêş nivîsîngeha Encûmena xwecihî xewpêşandanek lidar xistin bo nerazîbûn û şermezarkirina kiryarên PYDê û nemaze bo şermezarkirina sepandina rêbazên wê yên xwendinê û daxistina dergehên xwendingehên serayetî, hevdem ku xwepêşander rastî kosp û astengiyan hatin ji aliyê çekdarên PYDê ku hewl didan ku rê li pêşiya xwepêşandêran bigirin, bi danîna rêbendan li pêş dergehên bajêr û di nav taxên wê de û herwiha rêgirtin li pêşiya dezgehên ragihandinê û mediyakaran, û gefên destdanîna li ser alavên wênegirtin û mobayilên wan dixwarin.
Gotara ENKSê ji aliyê endama sikrtariya giştî Fesela Yosif hat pêşkêşkirin û têde cext li ser tekoşîna ENKSê kir ji bona bidestxistina mafên netewî û demokrasî yên gelê Kurd, û bal kişand li ser civînên herêmî û yên navdewletî derbarê paşeroja Sûriyê û giringiya yekrêziya gelê Kurd û opozisyona Sûriyê, û gotara Encûmena xwecihî ji aliyê serokê wê Kazim hat pêşkêş kirin û têde sipasiya xelkê Tirbesipiyê kir û tekezî kir ku tevgera kurdî bi dirêjiya çendîn salan kar û xebat kiriye bo bi fermîkirina zimanê kurdî û wê berdewam bimîne li ser daxwaza xwe..
Hêjayî gotinê ye Ku Sikrtariya giştî ya ENKSê di Civîna xwe ya ya dawiyê de li 30/10/2015 tekezî kiribû li ser ” berdewamkirina bizav û çalakiyên li ser qadê ji aliyê Encûmenê xwecihî yên ENKSê ji bona redkirin û dijberiya sepandina rêbazên xwendina PYDê û daxistina xwendingehan li devera kurdî, tevî arastekirina yadeştnameyekê bo layen û rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar bi rêbazên fêrkirin û karubarên zarokan”.
Jêder : Hevbendî