Artêşa Azad ji aliyekî û Hêzên Esed û çeteyên tirorist yên piştgiriya wî dikin ji aliyê din ve li derdora Gundên Nubil û Zehra yên ko giringtirîn Cîgehên leşkerî û istratîcî yên Hêzên Esed in li Gundewarê Helebê yê Bakurî Sûriyê bihev ketin.
Li wê aniya şer Artêşa Azad ziyanên pir mezin gihandine Hêzên Esed ku ev mezintirîn ziyanin ji destpêka şoreşê de, Artêşa Azad çend êrîş berê dabûn ser Cîgehên leşkerî yên Hêzên Esed yên ko li dijî sivîlan wan bikar tînin û Herêmê destgîr û kontrol dikin, li gora Serperiştên gorepanî ji Nivîsgeha Ragihandinê re gotine.
Merseda Sûrî ya Mafê Mirovan got: “Şoreşger bi evê cengê bizavê dikin da fişara li ser xwe di aniya Henderat sivik bikin, ya ko ev çend Heftî ne li Bakurê Helebê vêketî ye, ya ko Hêzên Esed li wir hinekî pêşve çûne. ”
Jêder: Hevbendî