Çalakvanên xwecihî ji bajarê Cisir Elşixûr yê gundewarê Idlib yê rojava, ragehandin ko bi sedema êrîşên berdewam yên firokên rêjîmê û Rûsya, Cisr Elşixûr wek bajarekî bobelatkirî tê dîtin, ji ber ziyanên gihiştine milkên giştî û taybet û jêrxana bajêr .
Firokên cengê yên Rûsya û yên rêjîmê di sê rojên bûrî de bumbebaran pir kirine li ser bajarê Cisir Elşixûr û gund û bajarokên gundewarê Hema yê bakur û Idlib yê başûr, ji nav jî Elletamine û Kefer Zîta û Erîha û Xan Şêxûn û Meeret Elnuman.
Bombebarana asmanî ya tund nexweşxaneya bi tenê ya bajêr amanc kiriye, di encamê de ji xizmetê derket, her weha gelek derbiderî ji herêmê ber bi herêmên bêtir aram çêbû.
Xelkê bang li desteyên navdewletî û rêkxistinên mafên mirovan li cîhanê kir ko alava kuştinê ya ko sivîlan û jêrxana bajêr amanc dike rawestînin, ji rêkxistinên mirovî yên kartêker daxwaz kirin ko alîkariyên bilez ji bajêr re pêşkêş bikin, û bi berpirsiyariyên xwe rabin.
Firokên cengê yên Rûsya û rêjîmê bombebarana xwe li ser bajarê Cisir Elşixûr di sê rojên bûrî de pir kirine, di encamê de 12 sivîl hatine kuştin û bêtir ji 20ên din birîndar bûne, û çend navendên xizmetkariyê û yên tenduristî wêran kirine.
Bajar ketiye ber êrîşên tund ji destpêka operasiyona leşkerî ya li ser herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê, û li gora çalakvanan bajar ket ber bombebaraneke bi bombeyên teqînmezin û bombeyên fosforî û yên goşeyî , lewra rewş bêtir aloz bûye bi sedema wêranbûna rûberine berfireh.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî