Rêxistina DAIŞê ya terorist sê werzişvanên tîma Elşebab li bajarê Reqa roja dûşemê 4 tîrmehê bi behaneya ku têkiliyên wan bi Artêşa Azad re hene darve kirin.
Çalakvan Mihemed Xelîl yê ji bajarê Reqê ye û li Tirkiyê niştecî ye, ev nûçe ji malpera me re piştrast kir û got ku xortên bi navê ” Nîhad Hisên, Îhsan Şewax,Ehmed Şewax” bi tometa ku têkiliyên wan bi Artêşa Azad re hene DAIş ew darve kirin.
her wiha Xelîl da zanîn ku DAIŞê di hefta bûrî de pênc ciwan li hember firoşgehên Elfeysel li bajarê Reqa darve kirin.
Jêder: Hevbendî