Duh 13 Tebaxê rêxistina DAÎŞ zêdeyî 50 welatiyên kurdên sivîl li gundewarê bajarê Babê girtin û birin cihekî ne diyar
Di derbarê vê mijarê de endamê Encumana Niştimanî ya Kurd Mistefa Misto zanyariyên bêhtir ji malpera mere ragihandin “bi dehan çekdarên DAIş bi rengekî hovane êrêşî xelkên sivîl li gundê Şidûd ku dikeve bakurî bajarê Babê bi 20 km kirin, û pêtir ji 50 kesî girtin di nav wan de kesên temen mezin hene”.
Misto got “armanca DAÎŞ ê ewe valakirina gundên Kurdan ku bi sedê salan e li ser wê axê jiyan dikin û guhertina dîmugrafiya deverê ye”.
Tê zanîn ku bi sedan welatiyên Kurd li rex Rêxistina DAÎŞ girtî ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Jêder : Hevbendî