Çalakvanan li Girê Sipî ragihand ku rêxistina DAÎŞê xelkên Kurd yên li rojavayê bajêr duh 31 Hezêranê koçber kirin.
Mihemed Neqşî ji xelkê Girê Sipî ye ji mere got“: Rêxistina DAÎŞê gundên (Ş’ibe,Hîcaziye,Şet Rehman,Xatûniyê) ku dikevin rojavayî bajêr de bi 20 k.m ji xelkên wan vala kirin û bi neçarî derbasî Turkyê kirin” .
Hêjaye gotinê ku ta niha 6000 malbatên kurd ji Girê Sipî ji dema ku DAIş êrîşî bajêr kiriye hatine koçberkirin.
Jêder : Hevbendî