Rêxistina DAIŞ ya terorist duh şemiyê 20 Tebaxê bi dehan welatiyên Kurd yên sivîl ji gundewarên bajarê Babaê ” Şawa, Bircê, Qubit şih, Şibêran, Sosinbat, Til circî” girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin , li gor ku çalakvan Sarî Baran ji me re ragihand.
Baran got ku ev gund dikevin bakurî Bab û ta niha rêxistina DAIŞê gelelk xortên Kurdan ji hirêma Babê revandine û çarenûsa wan ne diyare
Her wiha Baran nîşan da ku piraniya xelkên Babê ji dema ku DAIŞ bajar desteser kirine koçber bûne .
Jêder: hevbendî