Serkirdayetiya navçeya başûr ya artêşa Sûrî ya azad di daxuyeniyek xwe de damezrandina serkirdayetiya Polîsên Sivîl Yên Navçeya Başûr ragihand, bi tevlîbûna sercem efser û sertîp û piledarên polîsên sivîl yên wê navçeyê, ji bo dubare çalakirina sercem binke û senterên asyîşê li navçeyên rizgarkirî, bi armanca dabînkirina aramî û tenahiyê li wan gund û bajaran, û serkirdayetiya navborî di yekemîn pêngava xwe de dest bi avakirina binkeyekî asayîşê li bajarokê Xedîr Elbistan li parêzgeha Qonêtra kir. û pêwîstiya vê pêngavê tê ji serkeftinên peyapey yên artêşa azad di navçeya başûr de, nemaze di parêzgeha Der´a û Qonêtira de, ku şoreşgeran serkeftinên mezin bidestanîn di dawîtirîn ceng de ya bi navê ” Felmuxîratî Subha” ya berdewmî ye ji cenga “Elaw´id Elsadiq”re ku têde bêhtir ji 75% ji gund û bajarokên parêzgeha Qonêtira hatin azadkirin, û hêjî pêşdeçûnên şoreşgeran li Qonêtira berdewam in bi hemahengî ligel tabûrên artêşa azad ber bi bakurê rojavayê Der´a yê, herwiha di daxuyaniyeka berê de ya Hevbendiya Niştimanî, pesnê” Qehremaniyên şoreşgeran di serkeftinên li parêzgeha Qonêtira û Der´a da, û Hevbendiya Niştimanî ji karê şoreşgeran raziye û piştgire ji wan re heta rizgarkirina dawîtirîna bost ji xaka welat, û di heman daxuyaniyê de tekez kiriye ku artêşa azad tekane hêza leşkerî ye ku dikare sûriya rizgar bike ji stemkariya rêjîma Esed û ji terora rêxistina Daiş”. dîsa hevbendiyê daxwaz ji “civaka navdewletî kiriye bo zêdekirina piştgiriyan bo şoreşgeran da bişên daxwazên gelê sûriyê di dad û rûmet û azadiyê de misoger bikin”.
Jêder: Hevbendî- senterê serkirdayetiya navçeya başûr