Komîta vegerandina seqamgeriyê ya hikûmeta demkî, nameyek lihevkirinê ligel encûmenên xwecihî yên bajarên “Elra’î” û “Qibasîn” li gundewarê Helebê emze kir, ji bo radestkirina hin makîneyan, bi piştgiriya sindoqa qerzdariyê ya ji bo dubare-avadankirina Sûriyê “SRTF”.
Komîta vegerandina seqamgeriyê, wek beşdariyekê di piroseya avadankirina navçeyên rizgarkirî de, hin makîneyên halîkar bo veberhemhêna eletrîkê dan encûmena bajarê Elra’î yê ser bi bajarê Azazê li bakurê parêzgeha Helebê, ji bo dabînkirina eletrîkê bo bajêr.
Herwiha li gundewarê Helebê û ji aliyê komîteyê ve, hin alavên din bo encûmena xwecihî ya bajarê Qibasîn ya ser bi bajarê Babê ve hatin dan.
Hêjayê goyinê ye ku li roja sêşema borî, workşopek bi navê ” rola xizmetgozariyên encûmenên xwecihî di dijberiya terorê de”, ji aliyê komîta dubarekirina seqamgeriyê bi hevkariya hikûmeta demkî hatibû sazkirin ji bo karakirina rola xizmetgozariyan di rêveberiyê de, û bikaranîna wan ji bo binbirkirina fikir û ramana tundrew.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî