Rêxistina Unisêf û Rêxistina Saxlemiya Cîhanî, daxuyaniyek hevbeş derxistin û amaje kirin ku “me bi matmayînî û xem nûçeya mirina bêhtir ji 15 zarokan li parêzgeha Idlibê bihîst, ku temenê wan kêmtir ji du salan bûn. û têzanîn ku ev zarok hemû bi sedema encamdana helmeteka veksîndanê li dijî nexweşiya Sorikê, di navçeyeka Idlibê de mirin “. herwiha dan xuyakirin ku:” têgihiştina sedema mirina wan zarokan gelekî pêwîst e, ji lewra Rêxistina Tenduristî Ya Cîhanî, tîmek ji pisporan erkdar kiriye ji bo alîkariya desthilatên tenduristî ji bo şopandina vê bûyerê,û tê zanîn ku rêxistina navborî şîret û perotokolên dûvçûnê li ser rûdanên nerênî yên piştî hilmetên veksîndanê çêdibin pêşkêş dike”. û li ser ragirtina hilmetên veksîndanê li Idlibê û li Dêrazorê, herdu rêxistan ev pêngav ” bi aqilmendî dan zanîn heta ku rastî bên aşkerakirin”, û gotin ku:” giring e bi zûtirîn dem, hilmetên vaksîndanê yên Sorikê li Sûriya dubare destpê bikin, ji ber ku ev nexweşî metirsîdar e û kujerek sereke ye ji zarokan re, nemaze zarokên penaber yên ku di kampan de û di baredoxên nexweş de dijîn”.
Jêder: Yonisêf