Bi destpêka sala nû ya xwendinê welatiyên bajarê Efrînê bêçar mane ka berê xwe bi kîjan bajarî vekin da ku zarokên xwe bi xwendin bidin, ji ber ku Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD Rêbazên xwendinê yê qonaxa seretayî guhertine û ti alî bawernameya wan napejirîne.
her wiha kiryarên PYD bi taybet di warê xwendinê de bûn sedema ku welatî koçber bibin.
hêjayî gotinê ye ku desteya perwerdehiyê ya bi ser PYD ve bi rêjîma Esed re di destpêka sala xwendinê ve her dem dicive lewra çalakvan ji wan dixazin ku Rêbazên berê vegerînin.