Îro Pêncşembê, 29.09.2016an li bajarê Istanbulê, herdu Endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Hewas Xelîl û Fûad Elîko, bi Bêtsî Babkin, Rêvebira Girûpa Navdewletî ya Siyaset û Yasaya Navdewletî, ya karê şopandina danûstandinên rikberiyê û rêjîmê ji hêla hikûmeta Amerîkî ve pê hatiye spartin, û alîkara wê re civiyan.
Herdu alî li ser rewşa leşkerî ya dawî li Sûriyê axivîn, û rewşa mirovî ya li Helebê çêbûye piştî ko Rêjîmê û hevalbendên xwe hemû cûreyên çekan li dijî sivîlan bikar anîne, û ya dawî jî bombeyên goşî yên hejînkar. Her wiha di hevdîtinê de li ser pêşveçûnên rewşa operasiyona siyasî li Sûriyê axivîn. Herdu endamên desteya siyasî diyar kirin ko bûyerên Helebê gefeke eşkere li operasiyona siyasî ye, û tekez kirin ko Rêjîm pabendiyê bi operasiyona siyasî nake, û her weha Rêkxistinên tirorist jî mîna Daiş û xuşkên wê, ew jî mîna Rêjîmê, pabendiyê bi agirbestan nakin.
Nûnerên Hevbendiyê û Encûmena Niştimanî Kurdî diyar kirin ko herêma aram pêdiviyeke giring e, ji bo parastina Sivîlên Sûriyê, lê Encûmen dibîne ko ew divê bi biryar û çavdêriyeke navdewletî be.
Hewas Xelîl û Fûad Elîko bal kişandin ser helwesta Encûmena Niştimanî Kurdî ji nerîna ko Desteya Bala ya Danûstandinan li Londonê pêşkêş kir, û ji Birêvebera Pirogram re diyar kir, ko hin têbînî li ser çend xalan hene, û tekez kir ko nerîna Desteya Bala ya Danûstandinan ji Çareserkirina Kêşeya Kurdî nediyar e, û Kongirê Londonê hêvî sar kirin, ji lewea çend Pêkhatiyên Sûriyê biryarên wê red kirine.
Fûad Elîko got ku Riyad Hicab dergehê gengeşeyê vekirî hişt, piştî ko redkirin pir bûn, û bi taybetî ji aliyê Encûmena Niştimanî Kurdî û Encûmena Tirkumanî û Rêkxistina Aşûrî, û guherîn di gotara siyasî ya opozisyonê de çêbû, bi aliyê nêzîkbûna ber bi hemû Pêkhatiyên Sûriyê de, û dîtina kêşeya Kurdî li Sûriyê bi cografî û dîroka wê ve wek kêşeyeke germ.
Di dawiya Hevdîtinê de behsa mijara ragihandineke Destûrî hat kirin, û Babkin ji aliyê xwe ve pirsa nerîna Encûmena Niştimanî kir, gelo jê re giring e ko her tiştê bi mafên netewî Kurdî têkildar be di destûrê de bête nivîsandin? an kar ji bo ragihandineke Destûrî bi pirinsîbeke giştî û tekûz ji bo hemû Pêkhatiyên Sûriyê bikin? Aliyê Kurdî tekez kir ko ew mafê gelê Kurd wek miletekî li ser xaka xwe dijî, çênabe têkeve nav lîstikên siyasî de, her weha nabe li benda texmîna rewşa siberojê bimîne, divê bendên destûrî yên diyar hebin di derbarê mafê miletê Kurd û li gora yasa û rewiştên navdewletî bin, û şêweyê fedralî guncatirîn çareserî ye ji rewşa Sûriyê re.
Jêder: Hevbendî