Alayên Elfurqan yên Artêşa Sûrî ya azad li parêzgeha Der’a, doh destpêkirina Cenga “Esif Elrîh” li “Sêgoşeya Mirinê“ya di nava Gundewarê Şamê û yê Der’a û Qunêtira de ji bo piştgiriya bajarê Dareya û Mu’edemiyê û Xan Elşêx li Xûta Rojava ya Şamê ragihandin.
Alayên Elfurqan doh çend dever li herêma“Sêgoşeya Mirinê“, nêzîkî “Til Qirîn” li bakurê Der’a, her wiha hemû hêlên pevçûnan nêzîkî Muxeyem Xan Elşêx li Gundewarê Şamê yê Rojava kontrol kirin.
Ji encama şerên ko doh sibehê çêbûn , bingeheke mûşekan û şeşareke giran ya hêzên Esed têk çûn, û hêzên rêjîmê ji herêma Xan Elşêx li Gundewarê Şamê vekişiyan û ber bi“Sêgoşeya Mirinê“ ve çûn û sê turumbêlên leşkerî û Zîlek bi leşkerên rêjîmê barkirî û hem du BMB û turumbêlên guhastina leşkeran û sê top ko bi aliyê herêma şer ve diçûn hatin dîtin. Li gora Alayên Elfurqan dibêjin ko ev destpêka cîbicîbûna encamên pêşî yên cengê ne.
Berdevkê fermî yê Elfurqan Suhêb Elrehîl got: amanca serekî ya cengê “jiberhevxistina hêza rêjîmê û sivikirina şer e li ser aniyên Xûta Rojava bi giştî û Xan Elşêx bi taybetî.”
Elrehîl berdewam kir û got ku li Herêma “Sêgoşeya Mirinê“ çend hewldanên têwerdana hêzên rêjîmê çêbûn, çimkî ew ji wan re yek” ji herêmên xwedan istiratîciyeke giring e”. û bal kêşand ser nepêkanîna “çi cûreyê aramiya demkî û ne jî ya herdemî, ew aramiya ko di 27 meha Sibata derbasbûyî bi lihevkirina Rûsî-Emerîkî çêbû.”
Elrehîl tekez kir ko cenga nuha ji cenga “Nehrewan Horan” ya ko artêşa azad li Der’ayê dijî alayên tuhmetbarkirî bi hogiriya Daişê dike cuda ye, û destnîşan kir ko wan ti hêza leşkerî ji herêma Hewd Elyermûk nekişandine.
Jêder: Hevbendî+Simart