Wezareta Perwerde û fêrkirinê ya Desthilata demkî Sûrî ragihand ko Encûmena Hînkirina Bilind Ya Tirkî (YOK) erê kir ji bo derbaskirina Zimanê Erebî ji bo xwendinên Wêjeyî û Zanistî li Zanîngeha Xazî Entab da xwendin li ser Xwendekarên ko ji Sûriyê û Filestînê hatine hêsan bibe.
Wezareta Hînkirina Bilind tekez kir ko erêkirin hatiye li ser28 Berên xwendinê yên Zanistî û Wêjeyî hem yên Peymangehan û hem jî yên Kolîcan di evan Berên xwendinê de : Endaziya Avekirinê û ya Fîzîkê, û ya Elektrîkê û ya Eliktron û ya Pîşesaziyê û ya Bajarvaniyê û ya Xwarinê û hem Wêjeya Tirkî, Dîrok, Zanistên Civakê, Biyolocya, Matmatîk, Kolîca Abûrî, Birêveberina Karan, Bazirganiya Navdewletî û Kolîca Xwedanasiyê.
Lê Peymangeh 12 Taybetmendî ne: Komputer, Tiknolocya avakirinê, Eliktron, Mîkanînîk, Radyo û Televizyon, Tiknolocya xwarinê, Jêderbûyên Şîremast, Birêveberiya Nivîsgehan, Bazarganiya Nêvdewletî, Geşepêdana Zarokan û Dabînkirin û parastina Kesan..
Her wiha wezaretê ragihand ko di dema dahatî de Zanîngeh ewê çaxê nivîsandina nav û mercên wê ragihîne..
Jêder: Hevbendî